HELEB – Bi helkefta 42`yemîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), şêniyên bajarê Helebê li salona Efrîn a herêma Şiqeyên ya Helebê şahiyek li dar xistin û ev roj pîroz kirin. Salona şahiyê bi wêneyên Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, al û sembolên Kurdî hatibû xemilandin.
Di çarçoveya şahiyê de, ji aliyê Koma Agirî û koma Hawar ve tabloyên hunerî û strên şoreşgerî hatin pêşkêşkirin, her wiha beşdarên şahiyê siloganên silavkirina berxwedana Gerîla li çiyayên Kurdistanê, Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, berz digotin.
Şahî bi govendên şêniyan li ber awaz û stranên şoreşgerî bi dawî bû.