KOBANÊ – Gelê Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn û salvegera 42’emîn a PKK’ê pîroz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir bi stran û gerandina govendê berdewam kir. Di pîrozbahiyê de ciwanan Ala PKK’ê bi qada Jina Azad Arîn Mîrkan ve xemilandin. Pîrozbahî bi dirûşmeyan û coşeke mezin bi dawî bû.