QAMIŞLO- Îro li Navenda Ciwanên Şoreşger ya navçeya Girbawî, bi boneya 42’emîn Salvegera damezrandina PKK’ê û di heman demê de ji bo boyikot kirina malên Tirk mîtîngek hat li darxistin.
Mîtîng bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Pişt re li ser navê malbatên Şehîdan Ronahî Qamişlo axivî. Ronahî di axaftina xwe de dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û wiha got berdewam kir: ” Dewleta Tirk a dagirker dixwazin destkeftiyên Kurdan û deskeftiyên Gelê herêmê binpê bike, lê em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nakin.
Pişt re Endamên Çand û Hunera navçê, Şanoyek li ser boykot kirina malên Tirk pêşkêş kirin. Mîtîng bi govend û dîlanan bi dawî bû.