DÊRİK-GİRKÊ LEGÊ-ÇİLAXA
Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bajarê Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa salvegera 41’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) pîroz kirin û di heman demê de ji bo şermezarkirina guhertina demografîk a ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmê pêk tînin û ji bo piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk li Qada Şehîd Xebat li Girkê Legê kom bûn.
Ciwan li kolana sereke ya Girkê Legê li gel berzkirina dirûşmeyên silavkirina Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG/YPJ`ê meşiyan. Her wiha ciwan meşale, alên ciwanan û wêneyên şehîdan hildan. Meşa ciwanan li ber Paymengeha Baz a Zimanê Kurdî ya Rimêlanê rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.
TİRBESPİYÊ
Ciwanan li Tirbespiyê hatin gel hev da ku 41’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê pîroz bikin. Ciwan û li navenda ciwanan civiyan agir pêxistin, bi stranên Şoreşgerî govend gerandin. Pîrozbahî bi coşeke mezin bi dawî bû.