NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyan ji bajarê Girê Spî diyar kirin ku çeteyan Ehrar El-Şerqiya û Cebha El-Şamiya yên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk ve li ser parvekirina mal û milkên malbata Mîrza ya Kurd a ku hate koçberkirin, bi hev ketin.
Li gorî agahiyan bi kêmanî 6 çete hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.