BEHDÎNAN – Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemal Şerîk ku li navçeya Tûzlûçayir a Enqereyê Tevgera Apoyî nas kir, bi wesîleya salvegera 41’ê ya damezrandina PKK’ê axivî.
Şerîk bi berfirehî bal kişand ser girîngiya kongre û konferansan ji bo PKK’ê û got, “Di dîroka PKK’ê de kongre û konferans her tim di asta stratejîk de girîng bûn. Ji ber wê yekê her kongreyek bû asteke dîrokî ku perspektîf lê hatin afirandin, tespîtên îdeolojîk û siyasî lê hatin kirin, biryar hatin wergirtin, plansazî hatin amadekirin û ji bo pêkanîna şoreşê gavên di asta pêngavî de hatin avêtin.”
Şerîk piştî ku bi berfirehî qala 11 kongre û 6 konferansên PKK’ê kir, êrişkariya heyî ya hêzên mêtinger û têkoşîna PKK’ê nirxand.
Şerîk ‘Plana Têkbirinê’ ya dewleta Tirk ku weke ‘Plana Şark Îslahat’ a duyemîn pênase kir, bi bîr xist û anî ziman ku bi pêkanîna vê planê re êrişên qirkeriyê zede bûne, lewma ew jî neçar in ku li gorî vê rewşê tevbigere û rê û rêbazên têkoşînê biafirînin.
Şerîk got, “Ev rastî ji bo PKK’ê ku dîroka xwe bi konferans û kongreyan tijî ye bêguman mijareke divê bi rengekî xurt bê nirxandin. Ev rastî ji bo PKK’ê ku weke tevger 45 sal û weke partî jî 41 sal li pey xwe hişt, mîna ku ji dîroka PKK’ê jî tê fêhmkirin, şert û mercên dijwar ên têkoşînê ji bilî xurtkirina têkoşînê nayê ti wateyê.
Ji ber ku di nava salên derbasbûyî de tecrûbe û danheviyêke girîng a partiyê, rastiyeke xurt a PKK’ê afirî. Lewma wê berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gel û têkoşînê hîn bêhtir pêk bîne. Ya ku divê bê kirin jî wiha ye.”
Şerîk destnîşan kir ku di nava şert û mercên Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de li her eniyê êriş tên kirin û got, gelê Kurdistanê û rêxistina wê ya pêşeng PKK di vê pêvajoyê de ji bo parastin û azadiya gelê Kurdistanê têdikoşin.
Şerîk got, “Bêguman karên xwe hemû li gorî şert û mercên tê de ye plan dike, bi rê ve dibe. Lê belê rastiyeke wiha heye: Di nava van şert û mercan de PKK wê têkoşîna xwe hîn bi daxwaz, hîn bi heybet û hîn bi xurtî bidomîne û watedar bike.
Em salvegera 45’an a Tevgera Apoyî û salvegera 41’ê ya PKK’ê pîroz dikin, di şexsê Rêber Apo ku ev rûmet diyarî gelê Kurdistanê kir û şehîdê me yê partîbûnê Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bi rêz û minet bi bîr tînin.”