TIL TEMIR – Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ê DAIŞ û Cehbet el-Nusra ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin. Di rojên dawî êrîş li ser Til Temir zêde dibin. Ruxmê hemû êrîşên dagirkeriyê jî gel bi biryarin ku warê xwe bernedin û heta dawî li berxwe bidin.
Welatiyê bi navê Cemal ku ji Serêkaniyê koçberî Til Temirê buye, da diyar kirin ku êrîş bi alikariya NATO ve pêk tên û wiha axivî: “Piştî ku Serêkaniyê hate dagirkirin ez hatim vê derê. Mal û bajarê me talan kirin. Erdogan bi çeteyên xwe bi alikariya NATO êrîşî me dikin.”
Ciwanê bi navê Osman jî destnîşan kir ku ew ê heta dawî li dijî çeteyên Erdogan liber xwe bidin û wiha got: “Îro êrîşên dagirkeriyê li ser Til Temirê heye. Em ê li dijî wan gef û êrîşan heta dolpa xwîna xwe a dawî li berxwe bidin, mal û axa xwe biparêzin.
Welatiyekî din jî bal kişand ser rewşa bajar ku hin kes derneketiye û wiha got: “Wek wûn dibînin gelê Til Temir pêwistiyên xwe ê rojane pêk tinin. Kes ji bajar derneketiye. Ger êrîş li ser bajar çêbibe, em ê heta dawî parastina xwe bikin.
NC/Mazlum Yılmaz