QAMIŞLO – Dayika Şehîd Berxwedan ya bi navê Gulîstan, û Bavê Şehîd Berxwedan yê bi navê Dilxwaz, di derbarê jiyana Şehîd Berxwedan Qamişlo ê ku di berxwedaniya Cenga Rojava de Şehîd bû de ji Ajansa me re axivîn û wiha diyar kirin: “ Em wek malbata Şehîd Berxwedan, em ê tola hemû Şehîdên xwe rakin û li hemberî dewleta tirk a faşîst rabin ser piyan. Em tu carî nahêlin dewleta tirk bihustek ji axa me dagir bike”.
Dayika Şehîd Berxwedan ya bi navê Gulîstan axivî û wiha got: “ Şehîd Berxwedan kesayeteke wisa bû ku her tim xwîna wî gerim bû û ji her kesî re heval bû, di mal de û li her derê pir dihat hezkirin. Em tu carî wî ji bîr nakin û em dizanin xwîna wî li erdê namîne, em bi hemû Şehîdên xwe ser bilindin, hemû Şehîd li dû hezkirina welat gihîştin asta Şehadetê. Tu carî em ji dû riya wan venagerin û em ê her tim li pey şopa wan bin.
Em ê tola hemû Şehîdên Berxwedana Cenga Rojava rakin, divê hemû gel li hemberî dewleta Tirk a dagirker rabin ser piya. Em tu carî nahêlin dewleta Tirk a dagirker bihustek ji axa me dagir bike”.
” Em di ber Axa xwe de bimrin, bi şeref û bi namûs “
Di heman demê de Bavê Şehîd Berxwedan yê bi navê Dilxwaz jî nerînên xwe ji ajansa me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Şehîd Berxwedan kesayetekî Welat Parêz bû, pir ji Welatê xwe hezdikir. Di jiyanê de ji her tiştî re xwe berpisyar didît. Şehîd berxwedan her tim ji hevalê xwe re di got mirin careke em di ber Axa xwe de bimrin, bi şeref û bi namûs baştire ku em bimrin mirina bê şeref, ji ber ku Axa me, Welatê me, rûmet û şerefa me ye. Her tim bi vê gotina xwe moralê hevalê xwe bilind dikir û Şehîd Berxwedan Şehîdê vî gelî ye, Şehîdê vî Welatî ye”.