NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratatîk (QSD) têkildarî şer û berxwedaniya 24 saetên dawî ango roja 51’an ya “Berxwedana Rûmetê” daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye; “Artêşa Tirk a dagirker li seranserê herêma eniyê tevgera xwe ya dagirkeriyê û êrîşên xwe yên çekên giran û balafirên bê mirov domandin..
TIL TEMIR
Artêşa dagirker li gelek gundên Til Temir bi piştevaniya çekên giran êrîşên giran bir ser herêmên sîvîl. Herwiha balafirên bê mirov tevgera xwe domandin. Komên çete li gundên Qasimiyê, Dawûdiyê, Til Cimo û li ser rêka di navbera Êrîşa û Salihiyê bi top û tangan êrîş li dar xistin.
EYN ÎSA
Artêşa Tirk a dagirker bi awayek bê ser û ber herêma Eyn Îsa, rêya M4 a navdewletî û gundewarên Eyn Îsa da ber obus û tangan û faaliyetên keşfê yên bi balafirên bê mirov berdewam kir. Artêşa dagirker çeperên hêzên me, hêzên artêşa Sûrî û herêmên sîvîl li gundên Şêrgirad, Ebû Sire û rêya M4 bi awaye giran topbaran kir. Herwiha artêşa Tirk li gundên Cideydê û Bîr Kîno yên ser bi herêma Qiz Alî êrîşên çekên giran li dar xistin. Hêzên artêşa Sûrî bersiva van êrîşan dan.
Artêşa dagirker îddîa dike ku di roja 27’ê Mijdarê de 2 leşkerên wan li Akçakale di encama lêdana hawanan de hatine kuştin. Lê belê ev îddîa ne rast e û tu êrîş ji alî hêzên me ve li ser wê herêmê nehatiye kirin. Artêşa dagirker mirina leşkerên xwe yên ku li cîhek din çêbûye me sûcdar dike û bi vî awayî hewl dide binpêkirinên xwe yên agirbestê rewa bike.”