NAVENDA NÛÇEYAN
Rastiya jinê di nav civakê de, wekî nasnameya jina kole tê dîtin. Jinê hetanî niha wekî kole dibînin, hetanî niha jin di bin desthilatdariya zilam de hatiye qirkirin, tecawiz kirin û her tim tê kole kirin. Lê heya niha jî em dizanin ku jin ya ku Civak avakiriye. Jin ya ku bi afrînertiya xwe, xwarin û hemû pêdiviyên Civakê pêk dianî, hemû mirovahî jî vî tiştî dizanin ku jin sembola jiyanê ye. Lê ji berê de, di Neolotîkê de dema Xwedawenda Îştar Xwedî zanebûneke, mezin û xwedî afrînertiyeke mezin bû her tişt bi destê xwe çêdikir. Gelek pêdiviyên wan mirovan xwedawenda Îştar bi destê xwe çêdikir û ji ber ku li wê derê Îştar xwedî zanebûne û afrînertiyeke pir mezin e, li wê derê wekî insanekê pîroz tê dîtin û wekî Xwedawend tê binavkirin, esas di wir de çi tê xuya kirin.
Tê xuya kirin ku jin bi afrînertiya xwe Civakê bi rêve dibe û xwedî li civakê derdikeve. Wê demê dema zilam dibîne ku ev jin ewqas pîroz tê dîtin û wekî xwedawend tê naskirin, ew zilam pir hesûdî dike û dibêje ev jina ha Xwedawenda Îştar çima ewqas pîroz tê dîtin? çima ewqas tişta bi destê xwe çêdike? û hemû mirov li vir wê pîroz dibînin û hertim alîkaririya wê dikin. Çima min ewqasî pîroz nabînin çima alîkariya min nakin bila ez xwedawend bim!
Piştî demekê ew zilam diçe hemû tiştê ku Îştar bi destê xwe çêkiriye, bi afrînertiya xwe hin tişt çêkiriye hemû didize. Pişt re diçe Xwedawenda Îştar dikuje û pişt re dibêje ez mezinim. Rêzgirtinê ji min re bigrin xwe pir mezin li ser wan mirovan dibîne. Piştî demeke Kurt dibîne ku ev mirovên li wir jiyan dikin. Hemû digrîn û hemû wisa xemgînin ji ber kutina Îştar ew jî diçe û ji hemû mirovên ku li wir jiyan dikin re dibêje ew jin xirabe, ew jin pir tiştên xirab dikir, ew jin wisa bû, ew jin wisa bû, pir gotinên xirab li ser derxist ji boyi ku ew miroên li wir jê bawer bikin û ji wê rewşa xwe derkevin û wê ji bîr bikin û her tim wî mezin bibînin lê civak îkna ne dibû.
Pişt re ew zilamê desthilatdar diçe dewlet ava dike û di bin sîstema dewletê de wê civakê dixe bin desthilatdariya xwe û her diçe civakê kole dike, hêdî hêdî jinê kole dikin, jinê biçûk dibînin. Ama rastî çiye, rastî ew e ku jin esasê Civakê û jiyanê ye jin ya ku dikare bi afrînertiya xwe dikare her tiştî bike. Heta niha di civakê de jî hîn jin kole tê dîtin û di bin desthilatdariya zilam de tê kole kirin, esas zilam jî di malbat de dewleta biçûk ava dike ji ber li derve dema diçe kar dike di bin destê dewletê de kar dike li wê derê zilam di bin destê dewletê de ye, ê dema diçe mal jî qehra xwe di serê jinê de derdixe û jinê dike bin dest li derve nikare tiştekî ji dewletê re bêje, vedigere mal li ser serê jinê xwe dike dewlet, Jinê dixe bin desthilatdariya xwe û heta niha jî zilam wisa jin kole kiriye. Ev e rastiya jinê di nav civakê de û rastiya zilamê desthilatdar e.
Rastiya jinê di nav PKK’ê de û PKK ji jinê re tê çi wateyê?
Destpêkê PKK’ê ji jinê re tê wateya jiyaneke nû, jiyaneke ji boyî lêgerîna azadiyê. Jin di nav PKK’ê de xwe nasdike hebûna xwe nasdike û li azadiya xwe û azadiya hemû jinan digere ji boyi vê şer dike, tekoşîn dike, û di heman demê de ji boyi axa xwe, Welatê xwe, Serokê xwe azad bike berxwe dide.
PKK’ê jiyaneke nû û bi wate ye PKK’ê rêka lêgerîna azadiyê ye. Wateya gotina PKK’ê pir girînge dema tu dibêjî Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hîskirinek pir bi wate di hudir te de ava dibe, ji ber ku PKK’ê rê li ber azadiya jin vekir, rê li hemberî jinê vekir ku jin li azadiyê bigere û tola hezarên salan rake û jiyaneke azad û bi rûmet jiyan bike. Jin di nav PKK’ê de rastiya xwe naskir, rastiya zilamê desthilatdar naskir, rastî naskirin jî pir hêja ya û pir bi rûmete Jî.
Ji ber vê em bangî hemû jinên cîhanê dikin ku li azadiyê bigerin û tevlî nava Refê Azadiyê bibin Tevlî jiyaneke nû bibin li ser rêka lêgerîna azadiyê bimeşin û jiyaneke azad û bi rûmet jiyan bikin.
NC / NUDA ELEFTIRYA