EYN ÎSA – Êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê didomin. Hemû pêkhateyên ji civakê li dijî dagirkeriyê helwesta xwe raber dikin, ji Şerê gel ê Şoreşgerî re pêşengtî dikin. Taybet ciwan di kozikên herî pêş de cihê xwe digrin û di her xebatî de pêşengtî dikin. Endamê komiteya ciwan û werzîşê yê Girê Spî Cewahir el Faris û Rêveberiya Meclisa Ciwanên Eyn Îsa Elî el Elî ji ajansa me re derbarê xebatê xwe û derbarê êrîşên dagirker axivîn.
Rojava Kurdistan’ı ve Kuzey Suriye’ye dönük işgal saldırıları devam ediyor. Halkın her kesiminden işgal saldırılarına tepki büyürken, Devrimci Halk Savaşı’nın öncülük rolünü üstlenen gençler hep cephelerde savaşıyor hemde halka destek olabilecek her çalışmada yerini alıyor.
Ciwanê bi navê Cewahir el Faris endamê komiteya ciwan û werzîşê yê Girê Spî wiha axivî: “Di dema êrîşa dagirker li ser Girê Spî em amade bûn û heta dawî li wir bûn. Me gelek zilm ji wan çeteyan dit lê heta dawî me li berxweda, û çiqas êrîş bikin jî em ê berxwe bidin. Ji ber ku herêm herêma me ye. Em qebûla nakin, ne dewleta tirk a dagirker û ne kesekî cûda êrîşê me bike. Em weke ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet ciwanên Girê Spî em ê bê deng nemînin. Pir hevalên me şehîd ketin ji bo vî welatî. Em ê piştgiriya wan bidin û em ê heman riya ku hilbijartin em ê bimeşin. Ez tişti hin bêtir berxwedanê li me ferz dike. Bi berxwedana me û yekîtiya me em ê xurttir bibin û rê nedin dagirkerî û çeteyan. Em wek gelê berxwêdêr binketinê qebul nakin. Em ê vegerin herêmên xwe. Ez bang hemû tevgerên ciwanan dikin ku li hemberî dagirkeran serî hildin.”
Jina Ciwan bi navê Elî el Elî rêveberiya Meclisa Ciwanên Eyn Îsa jî wiha axivî: “Helwesta me li hemberî dagirkeriya tirk wekî helwesta her welatiyekî axa wî ji aliyê dewletek derve ve hate dagirkirin. Helwesta me wê berxwedan û tekoşîn be heta dawî. Me gelek binpêkirin ji aliyê çeteyan ve dit lê ya herî hovane binpêkirina li hemberî jinan bû. Her wiha tê zanîn ku ev şer şerekî li hermerî hemû gelên Sûriyê bi giştî tê meşandin. Ji bo ku axa gelên Sûriyê talan bikin. Em ê berxwe bidin û heta dawî şer bikin ji bo ku dagirkerî neyê ser axa me. Em li vir wek Tevgera Ciwanên Şoreşger em derdikevin dewriyan û endamên me di eniyên şer de jî hene. Endamên me ên li dijî şerê taybet ên dijmin ên ragihandinê şer dikin hene. Em ê heta dawî berxwe bidin û herêmên xwe rizgar bikin. Ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê Efrînê axa xwe ji çeteyên tirk rizgar bikin.”