EYN ÎSA – Gelê herêma Firatê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê daketin qadan, îro di seat 12’an de gelê herêma Firatê kom bûn û berê xwe dan qada Berxwedanê Eyn Îsa, da ku piştgiriya xwe ji Şervanên QSD’ê û YPJ/YPG’ê re ragihînin, û êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê şermezarbikin. Bi sedan Şêniyên Herêmê tevlî meşê bûn û Gelê Eyn Îsa careke din diyar kirin ku ew ê rê nedin êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk.