NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kirin ku çalakiyên wan ên tolhildanê bênavber didome.
Di daxuyaniya HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 29’ê Mijdarê de hêzên me li derdora gundê Eblê yê bi ser herêma Babê de li dijî çeteyên koma bi navê Cebhet el-Şamiyê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, yek ji wan jî birîndar bûn.”