NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratatîk (QSD) têkildarî şer û berxwedaniya 24 saetên dawî ango roja 52’an ya ‘Berxwedana Rûmetê’ daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;
“Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çeteyan êrîş û fealiyetên xwe yên keşfê li seranserê herêma eniyê didomînin.
EBÛ RASEN
Artêşa dagirker û komên çete li derdorê Ebû Rasen êrîşên xwe yên bi çekên giran û piştevaniya balafirên bê mirov domandin. Çeteyan li gundên Til Mihemed û Til el-Werd êrîş birin ser herêmên sîvîl û çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî.
EYN ÎSA
Artêşa dagirker û çeteyên wê gundewarên Eyn Îsa û Qiz Alî bi awayekî dijwar topbaran kirin û gelek herêmên sîvîl kirin hedef. Her wiha gundên Zenûba û Korikê bi awayekî bi tang û topan hatin topbarankirin û ziyana madî gihîşt milkên sîvîlan.
Di encama êrîşên artêşa dagirker a bi çekên giran û balafirên bê mirov de 2 hevalên me şehîd ketin, 2 hevalên me birîndar bûn.”