BEHDÎNAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê ji bo tevgera çep a Tirkiyeyê Teslîm Tore yê ku rehmet kiribû, peyameke sersaxiyê weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Em bi xemgînî hîn bûne ku Teslîm Tore yê ku şoreşgerekî mezin bû, rehmet kiriye. Bila serê hemû gelên Tirkiyeyê, demokratên şoreşger, sosyalîst, malbat û rêhevalên wî sax be. Tirkiyeya demokratîk, Rojhilata Navîn a demokratîk û Kurdistana azad wê pêk were. Wê hesret û kesayetiya wî ya şoreşger her dem di têkoşîna me de bijî.
Teslîm Tore di salên 1960’î de di nav TÎP’ê de dest bi çalakiyên siyasî kiriye û di demeke nêz de bûye pêşengekî gel û di nav têkoşînê de cihê xwe girtiye. Tore bûye yek ji rêhevalê Denîz Gezmîş ê ku şoreşgerekî mezin e. Tore di dema derbeya leşkerî ya di 12’ê Adara 1971’ê de tevî komek hevalên xwe çûye Fîlîstînê û amadekariya geşkirina têkoşîna şoreşger kiriye. Piştî derbeya leşkerî ya di 12’ê Îlonê de li qadên Lubnan û Fîlîstînê têkiliyeke nêz bi Rêbertiya PKK’ê re daniye. Wê têkiliya wî ya bi PKK’ê re heta hetayê domiyaye. Gelek caran di bernameyên televîzyonê de diyar kiriye ku em sempatîzanekî PKK û Rêber Apo ye.
Bi mîrateya ku wan ji me re hiştine em ê têkoşînê geştir bikin. Em ê Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk pêk bînin.
Rêhevalê hêja, em ê xwedî li hesretên we derkevin. Bila ruhê wî şad be.”