DİRBÊSİYÊ – Bi sedan şêniyên herêma Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Omer Berî (Murad Serêkaniyê) ku di berxwedana Serêkaniyê de şehîd bûbû, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê wergirt û berê xwe da Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.
Li goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre yek ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Nebî Kotî axivî û berxwedana şervanên QSD`ê ya li dijî êrişa dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.
Kotî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya êrişên xwe yên barbarî li ser herêmê hewl dide nasnameya gelên herêmê tune bike û komkujiyan li ser wan pêk bîne. Kotî got QSD ji destpêka avakirina xwe ve soza parastina gel û xakê da, niha jî soza xwe pêk tîne û li hemberî mezintirîn artêşeke cîhanê disekine.
Kotî destnîşan kir ku êrişa artêşa Tirk a li ser herêmê hemû pêhateyan dike hedef û wiha berdewam kir: “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, divê em hemû li kêleka şervanên QSD`ê bisekinin.”
Bi navê malbata şehîd Murad jî Ednan Berî axivî û diyar kir ku ji destpêka tevlêbûna xwe, hêviya şehîd Omer şehadet bû. Her wiha got malbata şehîd wê rêya lawê xwe bişopîne û berxwedana xwe li dijî dagirkeran bidomîne.
Piştre wesîqeta şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Hocîn Cirês ve hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava dirûşmên silavkirina berxwedana şervanan de li Goristana şehîd Rustem Cûdî hat veşartin.