NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwey ê tiwîtterê ragihand “Me îro pêşwaziya Fermandarê Hêzên Rûsiyê yê li Sûriyê General Alexander Chaico kir. Civîn gelekî berhemdar bû. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê me li ser belavkirina hêzên Rûsya li Amûdê, Til Temir, Eyn Îsayê li hev kir. Em hêvî dikin ku hîna xebatên hevpar ji bo berjewendiyên welatê pêk bên.”