QAMIŞLO – Gelê Qamişlo 42’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê bi coş pêşwazî kir. Di 27’ê Mijdarê de gelê Qamişlo ji bo roja vejînê pîrobahî lidar xistin. Nûçegihana me Canê Cudî di pîrozbahiyê de amade bû û nerînê gel derbarê rojê de girt.
Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di wê nerînê de ye ku PKK gel bixwe ye û roja damezrandina PKK’ê jinûve jidayikabûna gelê Kurd e. Kesên ku me nerînê wan girtin ev tişt anîn ser ziman: “Ev 42’in gel cihê xwe di nava Partiyê de digrin, ji bo partiyê dixebîtin, şehîd tê dayin, ked tê dayîn. Em dev ji doza xwe bernadin!
Îro rojek pîrozbahiyê ye ji bo me. Damezradina Partiya me ye. Dewleta tirk a dagirker dibêje PKK, YPG teroristin, lê dewleta tirk û Erdogan bixwe teroristin
Çiqas Kurd hebin, bila bizanin ku îro rojbûna hemuyan e. Roja ku PKK hate avakirin, ew roj jinûve jidayikbûna gelê Kurd e. Gel ji PKK’ê ne qut e. Erdogan zarokê Kurd ê 6 salî qetil dike û dibêje PKK’yî bû. Lê bila bizane ku Gel ji PKK’ê nayê cudakirin. Kî çi dibêje bila bêje, em Kurd tevahî PKK’yî ne û wê serkeftin ya me be.”