NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê didomînin. Di torên civakî de dîmenên barkirina blokên beton hatin belav kirin. Li gorî agahiyên herêmî ev dîmenên di xeta navbera Serêkaniyê-Girê Spî hatiye kişandin. Agahiyên herêmî daxuyakirin ku dewleta tirk a dagirker di vê xetê de hewl dide dîwarê dagirkeriyê lê bike.
Beriya niha dewleta tirk a dagirker li Efrînê bi heman awayî dîwarê dagirkeriyê dabû avakirin.