ŞEHBA – Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifet a Şehbayê topbaran kirin û di encamê de komkujiyek derheqê sivîlan de pêk anî. Li gorî agahiyan, di encama topbaranê de, di nav de herî kêm 7 zarok, bi giştî 9 sivîl şehîd bûn û herî kêm jî 10 kes birîndar bûne. Kesên hatine hedefgirtin jî piraniya xwe zarok in.