QAMIŞLO – Li Kurdistanê boykotkirina malê Tirkî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê, berdewam dike û her ku diçe berfireh dibe. Nûçegihana me Zîn Herekol derbarê boykirina malên tirk nerîn û nirxandinên gel û ciwanên Qamişlo girt.
Gel û Ciwanên Qamişlo destnîşan kirin ku kîrina malên tirkiye kuştina xwe bixwe ye. Ciwan û gel nerînê xwe wiha anîn ser ziman:
Şervan Qamişlo: “Me wek Ciwanên Şoreşger li dijî berhemên dewleta tirk a dagirker hamleyek dabû destpê kirin. Bi riya we jî ez dixwazim bang li gel û ciwanan bikim ku berhemên tirk red bikin. Dema em perê xwe didin berhemên tirk, ev wek çek û bombe li me vedigere. Dewleta tirk a dagirker bi perê me, me dikuje.”
‘HER KÎRINA BERHEMEK TIRK WEK FÎŞEKEKÊ LI ME VEDIGERE’
Jina Ciwan bi navê Gûlan derbarê boykotê ev anî ser ziman: “Kîrina berhemên tirk wek fîşekan li me vedigere. Em bang li gelê me dike ku wan berhemên tirk nekîrin û nefiroşin.”
‘KÎRINA BERHEMÊN DEWLETA TIRK XWE KUŞTINE’
Jina Ciwan bi navê Lorîn wiha got: “Em wek jinên ciwan kolan bi kolan digerin û bi gelê xwe re niqaş dikin, da ku berhemên tirk nekîrin. Kîrina her berhemek tirk kuştina me ye.”