NAVENDA NÛÇEYAN – 12 Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ku di çarçoveya seferbertiyê hatibûn Rojava ji bo beşdarî Berxwedana Cenga Rojava bibin, piştî ku xwestin wegerin Başûrê Kurdistanê li ber deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatinbûn binçav kirin. Ev 12 ciwan piştî lêpirsina asayîşa PDK’ê hatin berdan.