NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Rojavayê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê destpê kirin, di çarçoveya seferberiyê de bi dehan ciwanên Başurê Kurdistanê ji bo beşdarî Berxwedana Cenga Rojava bibin çûbûn Rojavayê Kurdistanê.
Lê kesên disa vedigerin Başûrê Kurdistan li ber deriyê Fîş Xabûr yê li pêşberî deriyê Sêmalka ji aliyê asayîşa PDK’ê de tên binçavkirin. Piştî ku 12 ciwan hatin binçavkirin û disa hatibûn berdan, niha jî 2 welatiyên din ê ji bo seferbertiyê hatibû Rojava û dema xwestin vegerin Başûr ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.
Du welatiyên ku hatin binçavkirin navê wan Şaba Cafe û Mam Eziz e.