ŞEHBA – Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê komkujiya li Til Rifetê ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve pêk hatiye bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Daxuyanî ji hêla Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê Dilo Musa ve hate xwendin. Ciwanan di daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan teqez kirin. Her wiha bêdengiya rêxistinên navdewletî li hember kiriyarên Tirkiyê li herêmê şermezar kirin.
Em wek ciwanên şoreşger ji Tirkiyê re dibêjin ev êrîş tu armancên te pêk naynin, lê tersî wê terora te me dike yek da ku li pêşiya hemû cureyên dagirkeriyê bisekinin.