GIRÊ SPÎ – Şevê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê saet 02:00`an êrişî gundê Erîda yê girêdayî Girê Spî kir. Şervanên QSD`ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da û di encama wê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.