QAMIŞLO – Îro li bajarê Qamişlo, Partiya Yekitiya Demokratîk ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk li navçeya Til Rifetê pêk aniye û tê de 10 sivîl ku 8 jê zarok bûn, hatin kuştin, meşek li dar xist.
Meş bi dirûşma “Wê faşîzma Tirkiyê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise” li dar ket û bi sedan şêniyên Qamişlo beşdar bûn.
Meşê ji çarxerêya şehîd Rûbar de destpêkir. Beşdaran wêneyên şehîdên komkujiyê, wêneyên rêber Ocelan, alên Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclîsa Sûriye Demokratîk û Kongreya Star hatin her wiha pankertên bi nivîsa “Dê faşîzma Tirkiyê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise” rakirin.
Meşvan ber bi kolana Mûnîr Hebîb ya li rojavayê bajarê Qamişlo û kolana Siyahî ve meşiyan û dirûşmeyên “Kujer Erdogn”, “Terorîst Erdogan”, “Faşîst Erdogan”, “Bijî berxwedana YPG, YPJ, QSD’ê”, “Bijî berxwedana Til Rifetê” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Meş li pêşiya avahiya Komseriya Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî sekinî.
Endama rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk Edalet Omer li wir axivî û diyar kir ku deweta Tirk a dagirker li dijî zarokên Efrînî yên li Til Rifetê komkkujî pêk anî. Her wiha got Tirkiye bi van kiryarên xwe hemî qanûnên navdewletî û mirovî binpê dike.
Edalet Omer wiha got: “Rojane êriş li ser me tên kirin û milkên me tê talan kirin, gelê me tê kuştin û herêmên me tên dagir kirin. Ev kiriyarên dijmirovî hemî li ber çavên civaka navdewletî tên kirin. Edalet wiha pê de çû: “Mixabin civaka navdewletî li hember dagirkirina herêmên me û kuştina gel û zarokên me, dengê xwe dernaxe.”