DÊRİK – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dêrikê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinê Semînerek lidar xistin. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku jin li dijî şîdetê her ku diçe têkoşîna xwe mezin dikin û gotin: “Em ê bi ruhê Hevrîn, Amara û daye Eqide têkoşîna xwe xûrttir bikin.”
Di semînerê de li ser girîngiya rojê têkoşîna her sê Xwişkên Mîrabel û jinên leheng û wiha got: “Bi salane jin li hemberî şîdet û hişmendiya dewletê têkoşîn didin. Her çend jin bibe xwedî têkoşîn jî, lê belê hîna jî li kolanan, li hindirê malan de û li hemû qadên jiyanê de bi şîdet, îşkence û heqaretan re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî di van salên dawiyê de bi hişmendiya mêrê serdest û dewletê gelek jin hatine kuştin û rastî êrîşên fîzîkî hatin. Tundiya herî giran ewe ku zarokên keç bi temên biçuk tên zawicandin. Beramberî şîdetê jî tekoşîna jin her roj bilintir dibe. Wek Yekîtiya Jinên Ciwan em ê bi rihê Hevrîn, Amara û daye Eqide têkoşîna xwe xûrttir bikin.”