NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên Înîsyatîfa Zarokên ji Agir bênavber didomin. Înîsyatîfa Zarokên Agir li malpera xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyakirin ku wan li Tokat, Îzmir û Stenbolê çalakî pêk anîne. Înîsyatîfê got ku ev çalakî li dijî hevkar û kesên ku piştgirî didin faşîzma Akp-Mhp hatine kirin.
Înîsyatîfa Zarokên Agir di daxuyaniya xwe de ev çalakî eşkere kir:
“Di 1’ê Kanûna 2019’an li Pîşesaziya Dûzce Organize kargehek ku perçeyên wesayîta çêdike hate şewitandin. Li Stenbolê Arnavutkoy jî minibûsek hate şewitandin.
Tokat, Îzmir û Stenbolê gelek malên faşîstan ji milê înîsyatîfa me ve hatin şewitandin. Dewleta tirk a kujerê zarokan û kedxwar, hevkar-piştvanên wê yê faşîst wê hin bên şewitandin.”