Di nava Felsefe de pêşketina Jin
Felsefa : Wateya wê heskirina zanebûnê ye, têgînek Yunanî ye. Pênaseya wê ji lêgera zanebûn û heqîqetê tê, bersiva her pirsên di mejiyê insan de digere û çareserkirina pirsgirêka ye.
Felsefa rêbazek ku civak di riya wê re heqîqeta xwe nas dikir ango hişmendiya xwe li gor wê demê eyar dikir û di riya wî fikirî de jiyana xwe berdewam dikirin.
Felsefa wek têgîn û fikir ji Yunan destpêkir, lê di rastiyê de kesê feylesûf îdeolojiya xwe ji Rojhilata Navîn aniye, ji ber her feylesûf berî ku bibe feylesûf li Rojhilata Navîn geriya ye û bingeha fikirê xwe jê biriye, lê Yunan a ku pêşketin tevhaî kiribû ayîdê xwe û welatê xwe birêve dibir felsefa jî kir ji berhemên xwe. Di felsefe de bi giştî navên feylesûfên jin û fikirên wê nehatine gotin ji ber mêran dest danîn ser dîroka felsefa û hejmarek mezin ji feylesûfan zanebûna xwe ji jinê girtin û pêşxistine, her wiha desthildariyê felsefa xwe li ser tunebûna jinê dane avakirin di civakê de.
- Gelo çima feylesûfên jin windayî man ??
- Ji ber di hemû qonaxên civakê de xwestin asta jin tune bikin, hebûn û tunebûna wê bikin yek û hemû karên xwe yên qirêj li ser wê bidin meşandin bi taybet piştî keda wê di pêşketina jiyanê de lewma dîroka jinên feylesûf tune kirin .
- Felsefa jin esas negirt wek zayend û felsefa li ser fikirê mêr hate avakirin.
- Ji ber felsefa cudahî dikir navbera tiştên wek (Can/laş, zihniyet/madiyet, bilindbûn/xwe tenê dîtin, kirde/ bireser, fikir/tişt, zat/mijar, mutelq/nisbî ), bi vê sedemê jî cudahî kir dinavbera jin û mêr de û felsefe li ser jinê diaxivî û xwe li dijî wê pêş xist.
- Digotin jin wek zayend kêm e ku felsefa bike ji ber rastiyê û ne rastiyê ji hev dernaxe.
- Bang li jinê dikirin ku felsefe neke ji ber wê nexweşik bibe, sîmên wê wê bibin wek ê mêran û nema dikare zarokan bîne.
- Ji jinên feylesûf :
Jin jî di felsefe de fikir pêş xist û xwesteka wê ya wekhevî û lêgera wendahiya jinê hebû , her wiha bingeh bû ji xurtkirina felsefe re, ji hin jinên feylesûf :
- Felsefa Yunanî : Di Yunan de jin dihat kole kirin û mafê wê yê xwendinê û zanebûnê tune bû
Aristokilî: Yekemîn feylesûfaYunanî berî Soqrat bû, di serdema 6`an de B.Z jiyan kiriye , ew û Talîs di eynê serdem de jiyan dikir in (547-624 b.z), kahîne perestgeha Dilvî bû, mamosta feylesûfê bîrkarî Fîsaxors bû di perstegha Dilvî de û bandorek xurt li rêgezên exlaqî ya fîsaxors kir.
Feylesûfên Fîsaxorsî (Siyano, Arîcinot û Meya):
Siyano: Nivîsên Fîsaxors şîrove dikirin.
Arîcinot: Xwezaya hejmar û rêjeyên bîrkarî şîrove dikir in.
Meya: Xwest tiştê ku ji felsefa Fîsaxors girtî li ser malbatê û xwedîkirina zarokan pêk bîne.
Feylesûfa Kulebî Hebrîşa El-Marûnî (350-280 b.z): Di dibistana Kulebî de xwendiye, hevjîna Kirîtis El-Tibî ye, hevjînê wê jî feylesûfek Kulebî bû. Felsefa Kulebî li dijî kevneşopî ye, çi olî yan girêdayî çil û xweşikbûna beden be û her girêdanek civakî hişik red dikirn û li hember vê fikirî xwestin jiyanek normal bê madiyet û li gor xwezaya xwe bê kevneşopî jiyan bikin, heya asta ku Hebrîşa û hevjînê xwe perî xwe dan feqîran û li taxên Asîna di rewşek xizan de jiyan kirin.
- Felsefa Xiristiyan li Ewrûpa :
Makirîna (379-330): Di serdema 4`an de jiyan kiriye, li dijî gotinên gumana hêza jinê ya heşmendiyê derket û digot: Cewherê xwezaya însan di hêza wî ya fikirandina aqil de ye, çi mêr yan jin be.
- Felsefa Ewrûpî ya Nûjen:
Feylesûfa Markisî (Roza Loksemborg) :
Li bajarokê Boloniya ya Îtaliya hatiye dinê, di temenê xwe yê 11`an de tevlî partiya Brolîtariya bû, di temenê 18`an de ji ber çalakiyên wê ji milê polîs ve dihat şopanadin, di temenê 20 de Roza kesayetek mezin bû di partiya Sosiyalîst a Şoreşgeriya Boloniya ya Alman de, piştire tevlî partiye komînîzma Alman bû, nakokî dinavbera wê û Lînîn de di mijarên netewî, bingeha avakirina partiya komînîzm û têkiliya dinavbera partiyê û çalakiyên gel de çêbûn. Di sala 1919 an de di serhildanan de li Almaniya hate qetil kirin.
- Felsefa Rojava ya Serdemî :
Hena Arnet : felsefa li Almaniya xwendiye di dema nazî de, têkiliyên wê bi feylesûfê Almanî Martin Hêdxir re hebûn ê ku felsefa hebûnê pêş xist, di sala 1933 an de ji Almaniya reviya Emerîka, xwe di hin mijarên mirovahî de wek (desthilatdarî, şidet, modernîte û şer) pêş xist. Digot ku şer ne ji xwezaye însan e, lê tiştekî hatiye çêkirin lewma bi lez belav dibe. Hin pirtûk çêkiribûn. Di sala 1975 an de li Emerîka koça xwe ya dawî kir.
Felsefeya hebûnê (Sîmon Dê Bofiwar): Giranî da mijara azadiya jin û ji pirtûkên wê Zayenda din ku li ser jinê diaxivî . Gelek ji nivîskaran dibêjin ku Sîmon pêşenga tevgera jinên rojava bû. Sîmon li dijî hevpeymana civakî ya tenê zilam azad didît şer kir . Ev mînak û hin mînakên nehatin gotin tevlîbûna jinê dinava felsefe de dide diyarkirin.