SÊRT
Pergala perwerdehiya ya dewleta Tirk a dagirker, li Kurdistan û Tirkiyeyê sedema hemû pirsgirêkên aborî, civakî û sosyolojîk e. Di qeyda dengî ku li tora civakiyê hatiye weşandin de hat dîtin ku, li navçeya Sêrt Misircê, di dibistana amadehiya Anadoluyê de gerînendeyê dibistanê, ji ber cil û bergên xwendekarekê jin hêrs dibe û di dema xwendekar bertekên xwe nîşan dide de jî diqîre û gotinên nebaş dibêje.
Dengê gerînende tê bihîstin û dibêje “Yek jî wisa kesên bêtewş derdikevin û dibêjin ‘ma em fote (ferace) li xwe bikin?’, tu çi yî ? Tu kê yî? Divê tu bersiva vê bidî. Ev der ne pavyon e”. Piştî azirîne gerînende xwendekar bi girî dibêje “Mamoste, ez xwendekar im, ne xulam”, gerînende dengê xwe berztir dike û dibêje “ Hiş be bêedeb”. Ev gotin, bendekirina (kolekirin) xwendekaran radixe ber çavan. Me berî jî li ser dewleta Tirk a dagirker û navendên wê yên bişaftinê gelek nûçe çêkiribû. Li navçeya Sêrt Misircê gerînendeyê Dibistana Amadehiya Anadoluyê Fersende Karataş jî yek jê peywirdarê yê bişaftina teybetê ye. Her ku ev gerînende li ser xwendekaran zextên arişî û derûnî pêk tîne jî, ligel bangên jikardûrxistinê hê jî li ser peywira xwe ye û ev jî şewşiya pergala perwerdehiyê dide der.
Dibistan, yek jê cihê ku polîtîqayên dewletê tên diyardekirinê ne. Bûyera ku li Sêrtê hatiye qewimîn, pergala perwerdehiyê ketiye çi rewşê tîne ber çavan. Wêneyên ku gerînendeyê dibistanê Fersende Karataş, bi qeymeqamê AKPê ya dagirker û bi alîgirê AKPê û peywirdarekî Fakulteya Îlahiyatê ya Sêrtê Abdullah Unal ve kişandine, balê dikşîne. Hişmendiya ku dixwazin xwendekar bikin xulam, bi teybetî jî li Bakurê Kurdistanê derketiye holê û ev jî nîşaneya ciwan dixwazin bikin xulamê ye. Piştî bûyera ku qewimî, dibe ku gerînende ji kar were dûrxistin. Lê bi tenê bi vê gerînendeyê ve ev bi dawî nabe. Heya ku yên ku van navendan diçin hebin û li Kurdistanê van navendan hilneweşe, em ê wek bûyerên wisa her û her binivîsînin.
Li Kurdistanê vê dikin; ji ber ku tenê ciwanên sertewandî dixwazin. Derketina derveyî ya kreş, dibistana seretayî, zanîngeh û hwd. qedexe ye û cezayê vê heye. “Nebe ku derkeve ha!”. Heke tu derkevî dilê te bişkînin, bi ser de dibe ku te ji nava pergalê dûr bixin. Gelo derketina ji nav pergalê çima evqas girîng e? Ji ber ku bi vî awayî tu rê nahêlin ciwan û ciwan bi her awayî dikujin. Bi pergalekê kalperest re dixwazin girseyeke bêhiş, bêpirs û pirsiyar ava bikin. Û pergala ku jiyanê dikuje jî bi vî awayî ferzî ciwanan dikin.
Wek encam, her çiqas sedî sed bi serkeftî nebin jî, dîsa jî xuyaye ku ciwan bendeyî pergalê kirine û derneketina derveyî pergalê û kêm be jî di aliyê ciwan bendekirinê de bi ser ketine. Lê li hemberî vê divê ciwan çerxa pergalê xera bike û bişkîne. Yek jî çanda kevnar a faşîzma Tirka ye ku bi teybetî berê xwe didin xwendekarên jin. Faşîzm, jin hedef digre; da ku cewhera vê civakê tune bike. Heke îro li dibistanê jin bibe xulam, li malê jî, li kolanê jî amade bibe ku bibe xulam.
Bûyera ku li Sêrtê qewimiye, ne bi tenê hemberî xwendekarekê ye; tundiyek derûnî û arişî ku li ser hemû laş û bedenên jinan e. Ev jî bila neyê jibîrkirin.
NC/Axin Mahir Dicle