MEXMUR – Balafirên şer û yên keşfê li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) nêzî 45 deqeyan nizm firiyan. Nehat zanin balafir ên kîjan welatî ne.
Balafirên şer û yên keşfê vê sibehê di navbera saet 05.15 û 06.00’an de bi awayek nizm li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) firiyan. Nehat zanîn balafir ên kîjan welatî ne.
Hêjayî gotinê ye ku ev çend rojin balafirên keşfê li ser wargehê digerin.
Di 19’ê Tîrmehê de jî balafirên şer ên dewleta Tirk wargeh bombebaran kiribû û di encamê de 2 welatiyên sivîl birîndar bibûn.