Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê QASIM ENGÎN
“Dewleta serdestên Farisan li ser esasa bebaxtiyek ango komployek hatibû avakirin. Û di dirêjiya dîrokê de jî ev rêbaza bû xisletek ango karakterek pêş ya dewletên serdestên Farisan. Dewleta ku li ser pergala Xûsrawanî xwe rêk û pêk kirîbû guman nîne ku rêbaza tirsandinê jî bi tundî kar bîne. Di wê manê de dewletên bi navên cuda yên serdestên Farasin gelek caran bi hovana erîş birine ser gelan.
Lê di kelekê meşandina rêbaza tundîdîjiyê serdestên Farisan di rêbazên xapandin û hîle jî gelek pêşkeftine. Di wê manê de vala vala ji bo Komara Îslamî têgeha, ”Dewleta Îran bi benê Pamû dijberên xwe dikuje” nehatiye gotin e. Lê pêwîste were zanîn ku ev xislet tenê aîdî Komara Îslamî nîne. Di tevahî dîroka serdestên Farisan de ev rêbaza nerm, ango kuştina bi benê Pamû derbasdare.
Ger wiha nebûye, çawa dikarîn Zerdûştî berovajî bikin û dewsa wê Zerdûştiyek sexte ava bikin?
Ango çawa dikarîn bi dehan netewan ji bo xwe bidin xebitandin?
Çawa dikarîn bi mîlyonan cîwanên gelên dîtir ji bo leşkeriya Farisan kom bikin û van kesên bîyanî erîşan bibin ser Yunaniyan û her wiha gelên dîtir?
Bi benê Pamû kuştin bêguman ziraviyek dixwaze. Kuştinek wiha ku kes pê nizane. Kes jê dernexe. Kes fikara neke ku ew were hedef kirin. An jî yên ku têne xaniqandin jî nizanin çawa ew tên xaniqandin.
Gelek caran mînaka beqê ku di nav ava germ de hêdî hêdî tê kelandin tê dayîn. Ger beqek were girtin û biavêjin nava avek germ, ew beqa yê yekser an jî di carekê de xwe biavêje derve. Lê ger ew beqa were girtin û biavêjin nava avake sar û pê re jî hêdî hêdî bi germ kirinê ew ava tênşîr bibe, ew beq em berdin ku xwe ji avê biavêje, ew beqe ferî ew ava tênşîr û heta kefxweş jî bibe. Ger ev germ kirina wê avê hêdî hêdî dom bike, di demek şûn de ji ber ava ku keleahî ne gengaz e ku ew beqa xwe ji avê biavêje. Ne gengaz e, ji ber ku êdî ew beqa hemû organên wî tivizîne ango naxebatin.
Mijara beqê di nav ava germ de herî zêde -rastî jî -ji bo pergala serdestên Farisan derbasdare.
Vê çawa dikin?
Me aniye ziman ku tundî tijiyek gelek hişk kar tînin. Weka ku me li mijara Muxan de dîtîbû, di rojekê dikarin 70 hezar mirovan bikujînin.
Her wiha di çîroka Firdevsî de di şeran de, di talanan de sed hezaran mirov tên kuştin. Wek barê xwîn di van pirtûkan de dirêje.
Kuştina Manî bi kujan hovîtî hatiye kirin jî tê zanîn.
Kuştina Mazdek jî bi heman hovîtiyê pêk hatiye.
Me berê anîbû ziman, Şahên wan dikarin çawên kurên xwe mîl bikin. Di rojekê de 30 hezar ji singan derbas bikin û guh û çavên wan derbixin. Dest deynin ser keç û jinên wan, tevahiyan di tecavûzan de derbas bikin.
Rêbaza dûyemîn, bêbaxtiyê ango xapandinê di asta jor de kar tînin.
Pê re jî rêbaza leystina demografyayê tê. Ji bo ku gelan li hemberî xwe ji xeter bûyînê de derbixînin, cihê gelan ango cihên aşîran, xêlan, hozan diguherînin.
Bi vê rêbazê gelan berê hevdû didin. Ango di rêbaza kişkişandinê de serdestên Farisan bisporin. Dikarin gelan ango di vê mijarê de aşîr û xêlan bikin dijminê hevdû, bi hevdû re bidin şikanêndin. Bi vê rêbaza qirêj dikarin sedan rengên cuda di pergala xwe ya yekdestî, yek rengî, yek dengî, yek olî ango sîstema Xûsrawanî îdare bikin.
Lê ji bo ku vana tavahiyan pêk bînin, pergalek pir xûrt ya sîxûrtiyê pêwîste, da ku wan kontrol bikin. Pergalek wiha ava dikin ku herkes ji herkesî guman bike. Rê jibo nefes istandina mirovan nahêlin. Ev pergala Hacê ango ew kesê ku berpirsiyarê Haremêye di esasa xwe de bi sîxûrtiyê dikare li ser piyan bimîne. Û her wiha ne rehetiyên ewqas rengên cuda wek din çawa dikarin di bin kontrolê de bigirin? Di gelek serdestên cuda yê cîhanê de rêbaza sîxûre hatiye kar anîne, lê serdestên Farisan ev sixûrtiyê bi berfirehî heta civakê dirêj kirine. Di civakê de jî heta ferdên malê birin e. Ya girîng li vir de ew e ku, yek kontrol hebe dûyemîn jî kes ji kesekî din bawer nake. Cihê bawerî tenê merciya Xûsrawanî ango rejîm bibe.
Rêbazek din ya serdestên Farisan ew e ku hinek gelan taybet ji bo xebatên xwe yên qirêj kar bînin. Mînak Şah Abbasê Yekem heman çawa ku Osmaniyan ji bo Yenîçeriyên xwe gelên Yunan, Bulgar, Macar, Bosnak, Arnavut, Yugoslav, Makedon û her wiha bi tundî û qirêjî kar anîne, heman rêbaza Şah Abbas bi zarokên gelên Gurcî û Ermanan di arteşên taybet de kar meşandiye. Kesên ku nizanin bav û dayikên wan kinin, kesên ku derveyî dewlet di vê mijarê de Sultan û Şah nas nakin, wek amûrên kuştinan ya bê vîcdan lê tên. Devşirme ango kesên çerxkirî kesên herî bêexlaq û bê pîvanin. Bi gotinek din kesên wek Mangurt’an dikarin bi her avahî bi her dijwariyê û bê exlaqiyê ji bo berjewendiyê sîstema Xûsrawanî werin kar anîn.
Serdestên Farisan yek jî berhe ango tuwanên wan şixûldane Ol û rêolan ji bo xwe ye. Ev di roja ewil de bigirin heta roja îroyîn wiha ye.
Di wê manê de serdestên Faris hemû derfetên dewletê ji bo kuştina civakê, teslîm girtina civakê û şikandina vîna wan bi bandor kar aniye. Heta ger were gotin ku, serdestên Farisan her tim armanç kirine ku, civakê bikin dewlet, dewletê jî bikin civak. Ger dewlet bû civak şûn ve êdî Şerê Taybet kamil mukemel bûye.
Yek jî tuwaneya serdestên Farisan ew e ku rastiyên heyî dikarin berovajî bikin. Û her wiha dikarin dest biavêjin tevgeran û di nava wan de guherînên nû pêşbixin. Ango dikarin tevgeran ji armancên wan dûrbixin û wan bikin perçeyek siyaseta xwe û wan wek amûrek ji xizmeta xwe re kar bînin. Mînaka herî baş, berovajî kirina Zerdûştiye. Zerdûştiya ku nêzî civakê bû, kirin Zerdûştiyeka dewletê. Heta wiha kirin ku olek ango felsefeyek wek Zerdûştî bikin hîmek pergela xwe ya Xûsrawanî.
Bi heman rêbazê di demên cuda yê dîrokê Şah Îsmaîl Elewîtî kirin xizmeta pergala Xûsrawaniya Safevî û Şîîatî pêşxistin. Ola Elewîtî ya ku nêzî civakêye, bî Şîîatî kirine xizmeta dewleta Safevî.
Bila were bîra me ku heman rêbaz Xûmeynî jî kar aniye. Yên tekoşîn kirin sosyalîst, Kurd û demokrat bûn lê yên ku piştra hatine derve kirin û paşguh kirin carek din sosyalîst, Kurd û demokrat bûn. Heta gelek kesên ku bi fikrên Alî Şerîatî dijî Rejîma Şahitiya Muhammed Riza Xan derketîbûn, di pergala Xûmeynî de bûn hedef û hatin tasfiye kirin.
Yek ji hûnere serdestên Farisan ew e ku, dikarin xwe mirov hez û demokrat bidin nişandan. Di tevahî dîrokê de ev rêbaza di asta jor de Şahînşahên Farisan kar anîne. Farisan Dewleta xwe ya herî nû wek Komara Îslamî navlêkirine. Herkes jî dizane ku Komara Îslamî ne Îslamê esas digire, tenê beşek ji Îslam esas digire. Di milê dewlet ango pergal bûyînê jî çawa ku Osmanî Bîzansiyên Roma ji xwe re esas girtine Rejîma Xûmeynî jî Şahînşahitiya Sasaniyan ji xwe re esas girtiye. Di wê manê de na rejîmek Îslamiye, berovajî dij Îslame. Her çendî bi gotinên pir mezin dijî Emevitiyê û Abbasiyan derbikevin jî di hişmendî ango bîrewerî de tevde berdevama Emevîtî û Abbasiyan e, lê ne bi rengê Sunnîgerî bi rengê Şîageriye. Bi gotinek din ne rejîmek Ola berovajî rejîmek Saltanatê ye.
Komar wate xwe ew e ku, bi hilbijartinan hukumet werin ser hukum. Ango encama rejîmê gel tayîn dike. Lê her çendî di rejîma Komara Îslamî de helbijartin û heta demê wan helbijartinan jî hebe lê yên ku encam tayîn bike ne gel e, berovajî lepek mirovên ku wek Xubergan, Meclîsa Meslehatî hatiye rêxistin kirine û her wiha pergala Velâyet-i Fakih di esasa xwe de bi Komar bûyînê ti tekiliya xwe nîne.
Lê ruxme ku rastî ev in, rejîmek wek îro Îran û di dîrokê de jî serdestên Farisan bi rêbaza Şerê Taybet dikarîne xwe li ser piyan bigirin û heta bi sedan salan hukm jî bikin.
Bêgumane ku rêbazên ku li jor de hatine rêz kirin, serdestên Farisan li hember hemû gelan kar anîne. Dîsa heman dewlet ev rêbazane li dijî Kurdan jî di bin navê em pismamê yek in, hêna bi ziravî meşandiye.
Dewleta Îranê ku xwedî mîrateyeke wiha ya dîrokî ye, li hemberî Kurdan li kêleka rêbazên tepisandinê yên klasîk, rêbazên li ser bingeha şêrê taybet hatî bipêşxistin jî bikar anîne. Bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn van bi awayekî gelekî aşkera dest bi jiyînê kiriye. Piştî hilewşîna Komara Demokratîk a Kurdistan ango Mahabad, ev yek gelekî aşkera hatiye dîtin. Bi derbeya di sala 1953’an de ji aliyê CIA ve li hemberî Musaddik hatî organîzekirin re ev bêhtir aşkera hatiyê pêkanîn. Bi wê pêvajoyê re li hemberî Kurdan sepana polîtîkayên taybet dest pê kiriye.
Wan polîtîkayên hêna zirav û kûrtir di nivîsa din de emê dest bigirin.”