RANYA – Li Başûrê Kurdistanê endamên Jinên Gencanî Têkoşer û Gencanî Welatparez der barê êrîşên dagirkeriya dewleta tirk, komkujiya li ser Til Rifatê û der barê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li Xaneqinê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrîşên dagirkeriya tirk, komkujiya li Til Rifat û êrîşên çeteyên DAIŞ li Xaneqinê li dijî pêşmergeyan hatin şermezar kirin.
Daxuyaniya Ciwanên Başûrê Kurdistanê wiha ye:
“Ev nêzî 8 salin Şoreşa Rojavayê Kurdistan birêve diçe. Ev şoreş şoreşek Kurdistanî, exlaqî, demokratîk û mirovî ye. Şoreşa ku bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan ve hatiye avakirin, li beramberî êrîşên hovane ê dagirkeriya tirk rû bi rû maye. Dagirkeran ku ji maf û nirxên mirovahiyê tu para jê wernegirtiye, êrîşên xwe ê dagirkeriyê li ser Rojava didin meşandin. Gelê ji Efrînê ku koçberî Til Rifatê bibûn kir hedef û komkujiyek li ser zarok, jin û kesên temem mezin pêk anî. Bi heman awayî li XaneqiNê jî çeteyên DAIŞ’ê êrîş kir û di encamê de 4 pêşmerge şehîd ketin, yek jî birîndar bû. Armanca dewleta tirk a dagirker ne tenê Rojavayê Kurdistanê ye, tevahî perçê Kurdistanê bixin bin dagirkeriya xwe.
Em wek Jinên Gencanî Têkoşer û Gencanî Welatparez bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin, ku li dijî wan êrîşan bêdeng nemînin. Bêdengî mirine, alîkariya dijmin dike. Pêwiste em bibin mertalê gelê xwe.”