QAMIŞLO – Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê li navçeya Girkê Legê meşek li dar xist. Bi hezaran endamên HPC`ê û şêniyên bajarok tev li meşê bûn. Di meşê de tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.
Di meşê de pankartên “Na ji dagirkeriya faşîst û destwerdana ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re”, “Azadiya rêber Ocalan azadiya tevahî gelan e”, “Faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê dê di xwîna zarokên Til Rifetê de bifetise” û “Bi rihê fedayî dê neteweya demokratîk pêk were” hatin hildan.
Her wiha wêneyên şehîdên komkujiya Til Rifetê, wêneyên rêber Ocalan û alên HPC`ê hatin hildan.
Meşê ji Çerxerêya Şehîd Xebat dest pê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê, şermezarkirina tecrîdkirina rêber Ocalan û şermezarkirina komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, hatin berzkirin.
Meş li pêşiya Nexweşxaneya El-Selam veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên HPC`ê yên kantona Qamişlo Hediya Abdullah û Xelef Hisên axivîn.
Di axaftinan de hat gotin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya navdewletî ya li dijî rêber Ocalan in.
Her wiha komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî zarokên Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne û li Til Rifetê hatibûn bicihkirin û bêdengiya navdewletî hat şermezarkirin.
Di dawiyê de berxwedana şervanên QSD’ê li hember dagirkeriya Tirkiyê hat silavkirin.