BEHDÎNAN – Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn nirxandinên girîng kir. Endama KJK’ê Ayten Amed salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê pîroz kir û bal kişand ser vî tiştî ku PKK bi berxwedana xwe êdî gihiştiye asteke navneteweyî.
Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê salvegera damezirandina PKK’ê got ku “Em di serî de cejna vejînê li Rêbertiya xwe pîroz dikin. Ji ber ku wî hînî me kir ku divê em çawa bi têkoşîna demokratîk xwedî li mafên xwe derkevin.
Niha dema ku PKK tê gotin, çi tê bîra mirov? Dîroka mirovayetiyê ya ku hatiye berevajîkirin îro ji nû ve li ser wê tê sekinandin. Dema ku ev tişt tê kirin jî ji xeynî berxwedanê tu rastiyeke din tune. Ji bo ku mirov vî tiştî veke, divê mirov li dîroka rabirdûya PKK’ê binihêre. Dema ku hê komek bû, ji xeynî 6 kadroyên wê di destê wê de tu derfeteke din tunebû. Ne piştgiriyeke maddî, ne manewî, ne jî navneteweyî, di tu waran de piştgiriyê nedistend.
Di destê wê de ji xeynî baweriya wê û fikra ku divê ew qedera neteweya xwe diyar bike, tu danheveke wê ya îdeolojîk û teorîk tunebû. Ji rewşeke wisa bi saya berxwedana xwe pêşengtî ne bi tenê ji gelê Kurd re, ji hemû gelên bindest re kiriye.
BERXWEDANA LI HEMBERÎ DEWLETÊ TENÊ BI QADEKÊ NAYÊ SÎNORKIRIN
Tu berxwedan heta ku xwe nespêre rastiya îdeolojîk, teorîk û dîrokî nikare xwe ava bike. PKK bi saya berxwedana xwe û bi saya paradîgmaya xwe di warê pratîk de ev tişt diyar kiriye. Ji roja avabûna xwe û heta niha çawa ku xeteke berxwedanê ava kiriye, divê ji niha û şûnde jî wê xwediyê helwesteke exlaqî û polîtîk be.
Têkoşîna PKK’ê ne bi tenê pûçkirina înkar û îmhaya li ser gelê Kurd e. Têkoşîna PKK’ê ji bo pûçkirina polîtîkayên înkar û îmhayê yên netewe dewletan e. Ev netewe dewlet li dijî hebûna bîr û baweriyên gelan e û armanca wê qirkirin e.
Dema ku xeteke têkoşînê ya ku ew ê karibe feraseta netewe dewletê derbas bike, neyê qebûlkirin û heta ku eniya demokratîk a gelan neyê birêxistikirin wê tu polîtîkaya înkar û îmhayê neyê pûçkirin.
Berxwedana li hemberî dewletê ne bi tenê divê bi qadekê were sînorkirin. Têkoşîna li her qada civakê û bi berxwedanê ew ê pêk were. Rêbertiya me di parêznameyên xwe de ji vî tiştî re got dewlet+demokrasî. Bi gotineke din diyar kir ku bi pêşxistina pergala konfederal a demokratîk ev tişt dikare were pêkanîn.”
BERXWEDANA LI ROJAVA
Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê berxwedana li Rojava got ku “Dagirkeriya Erdogan a li dijî Rojava, ne bi tenê bi Erdogan û dewleta Tirk re hatiye sînorkirin. Li pişt vê dagirkeriyê kîjan hêz hene, divê li bersiva vê pirsê were pirsîn. Ev êrîş ne bi tenê li dijî destkeftiyên gelê Kurd ê li Rojava. Hêza sereke ya li pişt van êrîşan hêzên sermayedar ên kapîtalîst û emperyalîst e. Serkeftina pergala li Rojava tê wateya hilweşandina netewe dewletan jî. Avakirina neteweya demokratîk tê wateya ku hêzên kapîtalîst ew ê nikaribin wekî berê zextan li civakan bikin.
Hêza ku hemû cîhan ji rêxistina terorê ya DAÎŞ’ê rizgar kiribû, gelo çima mialemeya terorîstan lê tê kirin? Hêza ku êrîşên terorî daye sekinandin, gelo çima êrîş û dagirkerî li dijî wê tê destpêkirin.
Di heman demê de di 9’ê Cotmehê de êrîşa dagirker hate destpêkirin. 9’ê Cotmehê salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêbertiya me ye. Ne tesaduf e ku ev êrîş di vê dîrokê de hatiye kirin. Di heman demê de ev peyamek e jî. Ev li dijî PKK, Kurdan û hêzên demokrasiyê peyamek e. Lê divê were zanîn tevgera azadiyê ya Kurdan piştî 9’ê Cotmehê xurt bûye û destkeftiyên din li hebûna xwe zêde kiriye. Mînaka vî tiştî ya herî berbiçav geşedanên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye.
LI CIHÊ KU BERXWEDAN TUNEBE TESLÎMÎYET HEYE
Li hemberî vê dagirkeriyê bi mehan e berxwedan heye. Ev ne berxwedaneke basît e. Ev berxwedana ku bi mehan didome, berxwedana xwedîderketina li çand, bîr, bawerî û nirxên xwe yên civakî ye. Di dîrokê de jî bi berdêlên mezin gel xwedî li hebûna xwe derketine. Li cihê ku berxwedan tunebe, teslîmîyet heye. Li cihê ku teslîmîyet hebe, xweînkarkirin heye.
Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê salvegera 41’emîn a damezirandina PKK’ê got ku “Heke PKK di sala 41’emîn de xwedî lê tê derketin, ev tê wateya ku ew çiqasî li ser rêyeke rast e. Li hemberî êrîşan jî dev ji helwesta xwe ya îdeolojîk berneda. Bi pêşengiya PKK û jinên Kurd têkoşîna zayendî hate pêşxistin, bi saya berxwedana destanwerî jî ev têkoşîn bû ya navneteweyî. Rastiya sereke ya li pişt van tiştan jî berxwedana qehremanî ye. Gavên dîrokî yên vê berxwedana dîrokî eşkere ye, di nav PKK’ê de di şexsê Bêrîtan, Zîlan û Sarayan hate avêtin. Di şexsê heval Sara de tevgera jinan kete asteke navneteweyî. Di şexsê heval Bêrîtan de bingeha artêşa jinan hate danîn.”
Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê tecrîda li ser Îmraliyê got ku “Kêşeyên civakî û dîrokî ketine nav hev. Nabe ku mirov van kêşeyan ji hev dûr bixe. Niha jî rêzdar Ocalan tê wateya gelê dahatûya gelê Kurd. Paradîgmaya Rêber Apo ji bo hemû netewe û zayendan e. Bi kurtasî dibêje heta ku li dinyayê serwerî hebe wê azadî jî hebe. Ji ber vê jî tecrîda li ser Rêbertiya me tê wateya tecrîda li ser mirovayetiyê. Heta ku azadiya Ocalan pêk neyê, ji bo kêşeyên demokratîk re çareserî nayê dîtin. Ji ber vê jî azadiya Rêbertiya me, ji bo çareseriya doza Kurdan roleke sereke ye.”
TÊKOŞÎNA PKK’Ê
Endama KJK’ê Ayten Amed derbarê têkoşîna PKK’ê got ku “AKP her roj dibêje PKK têk çûye. Lê berevajî vî tiştî PKK di warê îdeolojîk, paradîgmayî û rêxistinî de di serdema xwe ya herî xurt de ye. PKK a niha bûye tevgereke navneteweyî. Hemû gelên cîhanê wê nas dike û doza Kurdan bêtir derkeve pêş çavan.”