Nîştîman Sorxwîn
Dem ji bo gelê Kurd pir girîng e. Bi taybetî jî dema nû. Ji ber ku dema nû di bin pêşengtiya Rêber APO de destpêkir. Jixwe Serok APO navê vê demê jî kiri bû: “Hebûna xwe parastin û azadiya xwe misoger kirin.” Rêber APO demekî pir dirêj bû qala vê pêvajoyê dikir. Bi taybetî jî Serokatî her tim sedemên vê pêvajoyê bi her awayî dida diyar kirin. Cardin rê û rêbazên wê,
wê çawa be jî digirt dest. Bêguman rêhevalên me yên şehîd yên ku pêşengtiyê ji pêngava Serokatî daye destpêkirin kiriye, ji bo ku ev pêngav bigihije serkeftinê têkoşîn û berxwedaniyên bêhempa dane raberkirin. Em van rêhevalên xwe bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin. Bi sedan rêhevalên me di vê pêvajoya giring de pêşengtî kirine. Bi pêşengtiya van hevalan ev pêvajo hat meşandin. Ev rêhevalên me yên pakrewan pi dilekî xurt vê pêvajoyê fêm kirin û bi vê awayî jî tevlîbûna xwe pêşxistin. Serkeftinên ku van hevalana bi dest xistibûn jî hebûn.
Ev 36 sal in dîroka tevgera me li ser wateyê hatiye avakirin ango tevgerekî pir bi ezmûn e. Di ev 36 salan de pir serkeftin û lehengtî hatiye jiyan kirin. Ji bo vê jî encamên ku em ji xwe re nav derxin pir e. Ne tenê ji bo kesên ku di vê têkoşînê de cih girtine, ji bo tevahî gelê Kurdistenê hem jî ji bo gelê Rojhilata Navîn û yê cîhanê jî pêvajoyê pir girîng bû. Di heman demê de bandorek pir mezin jî daye ava kirin. Ev têkoşîn ji bo gelê Kurd riyekî pir girîng bû. Pêşengtiyekî ku berbi azadiyê ve diçe, serî tewandinê, xwe radest kirinê na pejirîne û ya herî girîng jî dil û ruhê her kesî ronî kir. Tevgera me ya azadiyê pêşiya tevahî mirovên azadîxwaz ronî kirin. Di hundirê van salan de şerên pir dijwar hatin meşandin. Ji bo vê jî demên pir stratejîk hatin pêş xistin. Mirov pir rehet dikare bibêje ku PKK her tim li hember neyar, li hember paşverûtiya gelê Kurd û li hember nokertiyê di nava şer de bû. Ev şer heya roja me ya îro jî berdewam dike. Bêguman her pêvajoyek demekî girîng bi xwe re anî. Her demek jî hedefên girîng daye pêşiya xwe. Di van deman de fedekartî û berpirsartiyên pir mezin jî dihatin jiyan kirin. Ruhê hevaltî û fedayîtiya PKK pir eşkere derketiye holê.
Di pêngava şerê gel ê şoreşgerî de jî erkên xwe yên pir girîng hene. Ev pêngava şerê gel ê şoreşgerî ji ruhên pêngavên berê qut nîne. Ya herî rast jî mirov dikare bibêje, şerê gel ê şoreşgerî tevahî encam û dersên ku me ji şerên xwe yê 30 salan derxistiye ye. Ji bo vê amadekariyên pir xurt jî hatin kirin. Di demeke wisa de şerê gel ê şoreşgerî pêş ket. Ev pêngavekî li ser esasê çareseriyê bû. Ev ji aliyê Rêbertî de pêş ket. Lêhûrbûyînek ji bo vê pêşket. Destpêkirina şerê gelê ê şoreşgerî bi xwe re nûbûyîn jî anî. Ji ber ku pêngavek nû bû, ji bo ku mirov pêngavên nû bavêjê pêwistiyê şêwaz û textîkên nû jî dikirin. Jixwe pêngava şerê gel ê şoreşgerî pêvajoyek nû danî pêşiya me. Ya herî giring jî stratejiyek nû bû. Neyarê li hemberî me bi şêwazên nû li ser gelê Kurd de tê, cardin di şerê xwe de jî nûbûyîn pêş dixe. Ji bo çareserî pêş nekeve di ya xwe de pozber dike. Li hember vê jî ne di bû weke hêzekî gerîla em di şêwazê xwe yê kevin de bimînin. Li her demekî li gor xwe pêvajo dixwaze. ji bo wê şêweyekî nû yê şer û şêweyekî nû yê jiyanê dixwaze. Ji ber ku dem dema parastina hebûna xwe ye. Dema şerekî nû, şêwayekî nû pêşxistin û azadiya xwe mîsoger kirine. Şerê gel ê şoreşgerî li ser esasê parastina rewa û parastina cewherî pêş ket. Şerê ku me daye meşandin heya niha şerê gel bû. Me ti carî li hember tundiya li ser me de tê kirin me jî bi tuntî bersiv ne da. Her tim me ji bo xwe feraseta xwe parastinê esas girt. Dema hemleya şerê gel ê şoregerî pêş ket neyar pir bi hovane li ser gelê Kurd û tevgera PKK’ê de hat. Tevahî hewildanên Serokatî li ser esasê pêşxistina çareseriyê bû. Bi taybetî jî ji bo ku pisgirêka Kurd li ser bingehekî demokratîk çareser bike her tim ked pêş dixe. Serhildan û çalakiyên gelê me jî her tim li ser demokratbûyînê bû. Neyar li hember ked û hewildanên Serokatî, gelê me û tevgera me her êrişên pir qirêj rê bû bi rû mane. Her wiha gelê me ji qirkirinê re derbas kirin. Cihê ku çareseriyê ava bike her tim pirsgirêka Kurd ne dîtin û bi ser de jî her tiştî kirin. Her tim hewildanên wê ew e ku gerîla, gel û Serokatî ji hev perçe bike. Jixwe ji bo vê jî siyasetên pir qirêj dida meşandin. Bi şêwazên cûr be cûr bi ser gelê Kurd de hat. Bi hezaran ciwan û gelê Kurd di bin navê operasyona KCK’ê de hatin girtin. Cardin li ser Serokatiya me tecrît dan meşandin.
Ya herî girîng ew bû ku li hember ewqasî hovitî û êrişan em nikarin bêdeng bisekinin. Ji bo vê yekê jî pêngava hemleya şerê gel ê şoreşgerî pêdiviyek pir girîn bû. Neyar hêvî dikir ku gerîla xilas bûye nikare şer bike û têkoşîn bide meşandin. Lê bi hemleya şerê gel ê şoreşgerî re peyamên pir xurt ji neyar re hate dayîn. Lê em baş bizanin ku şerê me şerekî parastina rewa ye. Ji bo vê Serokatî jî di bêje: “Hêza me ya cîhan fetih kirinê jî hebe em li ser ti kesî de na çin, lê tevahî cîhan ser me de were ew dem emê jî têkoşîn bidin meşandin û parastina xwe ya rewa pêk bînin.” Di hundirê vê pêvajoyê de gelek rêhevalên me bi qehremanî şer kirin û şehîd ketin. Di heman demê de gelek ked hate dayîn û destkeftî jî çêbû. Lê kêleka van jî kêmasiyên me jî pir bûn. Di qada civakî de jî gelê me bi ruhê hemleya şerê gel ê şoreşgerî çalakiyên xwe dan destpê kirin. Rêhevalên me yên pakrewan vê rojê pir baş pêşwazî kirin. Gelê me jî erkên xwe pir bi hişyar pêk anîn. Her hevalek dixwest ku vê pêvajoyê di aliyê xwe de rast bixwîne. Ji ber ku ger rast neyê fêm kirin wê tevlîbûnek rast jî neyê çêkirin. Neyar her tim ji bo ku şerê me bi çiya re sinordar bihêle her tişt da raber kirin. Ji bo vê jî her tim li ser sînoran qeleqolê xwe xurt dikirin. Ji ber neyar pir baş dizane ku ger gerîla bikeve bajaran wê neyar nikare ti tiştekî bike. Neyar her tim dixwest gerîla perçe bike, tengav bike. Bi rastî jî şerekî pir giran di salên dawî de hat jiyan kirin. Her çiqasî bedelên me pir giran jî bû, lê di neyar de şkestinekî jî çêbû. Neyar dît ku gerîla ne tenê di çiya de ye ger gerîla û gel bixwaze li her derê ye.
Bi şerê gel ê şoreşgerî re pir vekirî û eşkere neyar û tevahî cîhan dît ku gelê Kurd û gerîla neyar di Kurdistanê de naxwazin. Bi taybet jî neyar vê dît ku cihê wê di Kurdistanê de nîne. Hemleya çaremîn berxwedanî, têkoşîn û serî rakirinek bêhempa bû. Di vê pêvajoyê de gelek herêm ketin destê gerîla. Di vê pêvajoyê de neyar mecbûr ma bi Rêber APO re hevdîtin çêkir. Ango çû ber lingê Serokatî. Neyar jî pir baş dizane ku ji derveyî Serokatî kes nikare van çalakiyan bide seknandin. Di vê demê de ruhekî fedayî pir pêş de bû. Cardin ruhekî yê êriş kirinê di her hevalan de asta jor de bû. Ev ruhê fedayîtî bi rêhevalên Andok û Êriş destpê kir bi rêheval Jîn, Têkoşîn, Rojhat, Viyan Penaber û hwd. berdewam kir. Mirov dikare bibêje, di vê hemlê de rêhevalên jin erkên pir dîrokî leystin. Pêşengtî ji şerê gel ê şoreşgerî re kirin. Mînaka vê di rêheval Jîn û rêheval Viyan de pir eşkere berçav e. Rêheval Viyan Penaber her tim bi ruhê êrişê di pêş de bû. Ew dem rêheval Viyan B7 radikir. Rêheval Viyan tevlîbûnek pir xurt da raber kirin. Tevahî armanca wê serkeftinê dest xistin bû. Bi vînekî pir mezin û bi ruhê serkeftî rêheval Viyan tevlîbûna xwe dida raber kirin. Heval Viyan di şerê Çelê de erkê xwe pir baş pêkanî. Bi îradeyek pir mezin û dilekî gelek germ tevlî dibû. Bi ruhê serkeftinê li ser neyar de diçû. Her tim bi ruhê serkefetinê re diçû û bi ruhê serkeftinê re vedigeriya. Heya şehîd ket jî her tim bi vê ruhê jiyan dikir û tevlî jiyanê dibû. Şerê gel ê şoreşgerî bi pêşengtiya jin re bi hêztir û xurtir bû. Rêhevalên jin di her cihekî de cihê xwe digrin. Ev di asta fermandartî de be, an jî şervantî de be. Ev jî hewildanên jin yên Serokatî fêm kirin û rast dayîna jiyan kirin dida diyar kirin.
Cardin di vê herêmê de rêheval Viyan Cudî hebû. Heval di çekên giran de cih digirt. Heval Viyan Cudî hevalekî ji Rojhilat bû. Bi rastî jî di çekên giran de pispor bûbû. Heval Viyan jî di tevahî çalakiyan de di eniya pêş de cihê xwe girt. Her tim li ser çeka hawanê bû. Di çeka xwe de pir serwer bû. Her tim neyar bi kobra û balafirên xwe dixwest ku li cihê ku heval Viyan çeka giran bikardianî bide. Lê heval Viyan di heman demê de li ser textîk jî pir xiluqkar bû. Rêheval Viyan jî pêşengêkê şerê gel ê şoreşgerî bû. Ev ruh di wê demê de di tevahî hevalên jin de xwe dida pêş. Tevahî heval jî di zanebûna demê de û pêvajoyê de bûn.
Rêheval Viyan Têkoşîn di çalakiya Çelê de li ser baskê êrişê disekinî. Di van qadan de gelek hevalên ku mirov navê wan bide hene. Lê ya herî girîng ew e ku ruhê hevalan yê ku vê pêvajoyê pêşwazî kirine ji xwe re esas girtine, her tim û her dem vê ruhê dayîna jiyan kirin. Ev jî serkeftinên pir girîng xwe re anî. Ji bo vê jî pêdivî heye ku em bi ruh û îdeayên van rêhevalên xwe yên şehîd her tim têkoşîn bidin meşandin û bi ruhê berxwedanî yê re serkeftinê misoger bikin.