BEHDÎNAN – Fermandariya Eyaletê ya Heftanînê ragihand ku artêşa Tirk cerdevan birine herêma oeprasyonê û di vê mijarê de hişyar kir.
Fermandariyê destnîşan kir ku cerdevan hedefa wan sereke nîne û ragihand, “Lê belê yên ku tevlî dagirkeriyê bibin û di mayindekirina dagirkeriyê de bibin xwedî rol wê bibin hedefa hêzên me.”
Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:
“Weke ku tê zanîn di 23’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyona dagirkeriyê kiribû. Hêzên me li dijî vê operasyona dagirkeriyê ya dijmin bi lehengî li ber xwe dan û derbên dîrokî li yekîneyên operasyonê xistin. Di demekê de ku li Heftanînê berxwedaneke mezin li dijî operasyona dijmin dewam dike, dewleta Tirk a dagirker ku li pêşberî berxwedana hêzên me têk çûye ji bo vê têkçûna xwe binixumîne serî li rê û rêbazên qirêj ên şer dide. Lîstika sereke ya dewleta Tirk jî polîtîkaya kuştina Kurdan bi destê KUrdane. Di vê çarçoveyê de dixwaze komek ji cerdevanan bîne herêma operasyonê û li dijî hêzên me bide şerkirin.
Bi navê Tevgera Apoyî ji aliyê îdeolojîk û felsefîk ve bi dersên ji dîrokê wergirtî me her tim hewl dan van plan û hesabên dagirkeran ên qirêj têk bibin. Hêzên me hetaniha li cerdevanên anîne herêma operasyonê nexistine. Her wiha me gelek caran bi rêya çapemeniyê, bi rêyên cuda cerdevan hişyar kirin ku nebin amûrek ji van polîtîkayên qirêj, tevlî operasyonan nebin, lê tevî vê yekê jî cerdevan bi israr tên herêma operasyonê. Eger liv û tegera li herêma operasyonê bi vî rengî dewam bike hêzên me wê ji bo parastina herêmê û ewlekariyê nêzîkatiya pêwîst nîşan bidin.
Weke ku me beriya niha jî ragihandin ku cerdevan hedefa me ya sereke nînin, lê belê hêzên ku tevlî dagirkeriyê bûn û di mayindekirina dagirkeriyê de bûn xwedî rol wê bibin hedefa hêzên me.
Yên ku bi sozên sexte yên dewleta Tirk a faşîst dixapin, tevlî liv û tevgera li herêma operasyonê dibin û li dijî hêzên me tevdigerin wê ji encamên vê yekê berpirsyar bin. Qada operasyonê bi temamî weke qada qedexekirî ya leşkerî hatiye ragihandin û her karê li vê deverê bê kirin wê weke hewldanek ji bo mayindekirina dagirkeriyê bê dîtin û hêzên me jî li gorî wê yekê tevbigerin.
Yên ku van hişyariyên me ji nedîtî ve bên wê ji rewşa biqewime re berpirsyar bin. Em cara dawî bang li cerdevanên Jîrkî, Sêgirkê, Bêjehê, Mêrgehê, Hedrisê û Roboskî dikin ku ji herêma operasyonê derkevin û nebin amûrê polîtîkaya qirêj a dewleta Tirk.”