MÊRDÎN – Li Mêrdînê polîsên dagirker serê sibê bi ser gelek malan de girt. Hevserokê HDP’a Mêrdînê Salîh Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Artûklû yên Mêrdînê polîsên dagirker serê sibê bi ser gelek malan de girt. Polîsên dagirker di serdegirtina malan de lêgerîn pêk anî û alavên malan serûbin kirin. Piştî lêgerînên li malan Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Salîh Kuday û Seroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem jî di nav de gelek kes binçav kirin.
Hat zanîn ku polîsên dagirker li odeya Etem a li nexweşxaneya taybet ku dixebitî jî lêgerîn pêk anîne.
Heta niha Hevserokê HDP’ê Salîh Kuday, Seroka Odeya Bijîşkan Derya Etem, endamên HDP’ê Neda Alper û Emel Oran hatine binçavkirin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan dibe zêde jî bibe.
Piştî kontrola tenduristiyê binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hat zanîn ku sînorkirina hevdîtina 24 saetan a parêzeran danîne ser binçavkiriyan.