NAVENDA NÛÇEYAN – CPJ’ê ragihand ku di sala 2019’an de hejmara rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe hatin girtin derdora 250 kes in û da zanîn ku herî zêde li Çîn, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê rojnamevan girtî ne.
Li gorî rapora taybet a Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku ji aliyê Elena Beiser ve hate amadekirin, çar salên dawî li cîhanê herî kêm 250 rojnamevan girtî ne.
Di raporê de wiha tê gotin, “Çînê zextên xwe yên li ser çapemeniyê zêde kir, li Tirkiyeyê ku hema bêjin nûçegihaniya serbixwe bi temamî tine bûye hin rojnamevan bi biryara ku li benda bidawîbûna dozê yan jî temyîzê bimînin hatin berdan. Di sala 2019’an de hejmara rojnamevanên ji ber pîşeyên xwe hatin girtin derdora 250 kes in ku di asta rekorê de ye. Ji ber otorîterîzm, bêaramî û xwepêşandanên şermezarkirinê li Rojhilata Navîn hejmara rojnamevanên girtî zêde bû, bi taybetî li Misir û Erebistana Siûdî ku di mijara girtina rojnamevanan de di rêza sêyemîn de ne.”
Di raporê de hate gotin, “Piştî Çîn, Tirkiye, Erebistana Siûdî û Misrê di mijara girtina rojnamevanan de Erître, Vîetnam û Îran di rêzên destpêkê yên piştî wan welatan de ne.”
Li gorî rêxistinên çapemeniyê yên li Tirkiyeyê hejmara rojnamevanên girtî di ser 100 kesî re ye.