AMED – Hat zanîn ku duh bi şev li navçeya Yenîşehîra Amedê dema wesayîta zirxî ya polîsên dagirker digeriya dibû teqînek rû da.
Hat ragihandin ku li taxa Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîra Amedê duh bi şev dema wesayîta zirxî ya polîsên dagirker li taxê digeriya teqînek rû da. Piştî teqînê ekîbên polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin û polîsên dagirker derdorê ji çûnehatê re girt. Hat diyarkirin ku li heman kuçeyê polîsên dagirker bombeyek bi destan hatiye çêkirin hat dîtin û bêbandor kirine.
Hat zanîn ku di teqînê de birîndar û mirî çênebûne.