NAVENDA NÛÇEYAN – Di salên borî de dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku axa Başûrê Kurdistanê jî dagir bike. Tevî baregehên leşkerî yên artêşa dagirker a Tirk, MÎT’ê jî li Başûrê Kurdistanê navendên xwe avakirine. Ev navendên MÎT’ê îstîkbarata der barê herêmê kom dikin û êrîşên hewayî pêk tînin. Di van êrîşan de heta niha bi sedan welatî şehîd ketine û ziyanek mezin gihiştiye xwezayê.
Li Herêma Başûrê Kurdistanê 20 baregehên leşkerî û sîxûrî yên dewleta Tirk hene. Di van baregehan de zêdetirî 5 hezar leşker û tîmên taybet tevî çekên giran hene. Welatiyên Başûrê Kurdistanê û Parlamenteran gelek caran daxwaza derxistina artêşa Tirk ji Hikûmeta Herêma Başurê Kurdistanê kirine, lê hîna hebûna leşkerên Tirk ên dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewame û roj bi roj jî leşker û çekên zêdetir dişîne van baregehan.
Baregeha yekemîn li Selehedîn vebû
Dîsa li gorî çavkaniyên Tirkiyeyê noqteya yekemîn a leşkerên Tirk di sala 1994’an de li bajaroka Selehedîn (Pîrmam) a 25 kîlometre nêzî Hewlêrê ye hatiye vekirin. Li vir yekîneyek tîmên taybet a artêşa Tirk a dagirker heye.
Piştî Selehedîn artêşa Tirk di sala 1997’an de li Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Duhok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê, Kanîmasî yekîneyên xwe bicîh kirin.
Di nava 25 salan de baregehên ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê vekirine wiha ne;
– Baregeha leşkerî ya Batufa
– Baregeha leşkerî ya Kanîmasî (Girêbaruxê)
– Baregeha leşkerî, lojîstîkî û balefirxaneya li Bamernê
– Baregeha leşkerî ya Sinkê
– Baregeha leşkerî ya Bêgova (girê Biyê)
– Baregeha leşkerî geliyê Zaxo
– Baregeha leşkerî ya Sîrê (Şêladizê)
– Baregeha Leşkerî ya Sîrê (Şîrtê)
– Baregeha leşkerî ya Kupkê
-Baregeha leşkerî ya Qimrê ya Berwarî
– Baregeha leşkerî ya Koxê Spî
– Baregeha leşkerî ya Deriyê Dawetiya
– Baregeha leşkerî ya Çiyayê Serzêrî
– Baregeha leşkerî ya ya nahyeya Zêlkan ku dikeve binarê çiyayê Meqlub
– Baregeha leşkerî ya li Başîqa (Bakûrê rojhilatê Musilê)