AGIRÎ – Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Polîsên dagirker ên Tirk bi ser gelek malan de girt û di navde rojnameger û siyasetmedar jî heye gelek kes destgîrkirin. Polîsên dagirker ên Tirk di serdegirtina malan de Rojnameger Azîz Oruç, Hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek, li ser rêya Bazîd Agiriyê destgîrkirin. Di heman saetê de polîsan bi ser mala Muhammet Îkram Muftuoglû de jî girt û welatî Muftuoglû binçavkirin.
Polîsan bi kûçikan ketin malê deriye malê şikandin. Polîsên dagirker ên Tirk di lêgerînê de şopa tiliyan girtin û hemû alav û amûrên malê tevlî hev kirin. Wezareta Karên Hundir têkildarî binçavkirinê daxuyanî da û ji bo Rojnameger Azîz Oruç got, “terorist”.