KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk a li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek bi meşalayan orgenîze kir.
Bi dehan şêniyên bajêr tevî Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Kobanê tev li meşê bûn. Di meşê de alên Kongreya Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger/Yekîtiya Jinên Ciwan û meşala hatin hildan.
Meş ji Qada Jina Azad a nevanda bajarê Kobanê destpê kir. Meşvanan ber bi Kolana Şehîd Sarya ve li gel berzkirina sloganên silavkirina Bexwedana Cenga Rojava û Hêzên Sûriya Demokratîk meşiyan.
Meş piştî derbaskirina 2 km di nav kolanên bajarê Kobanê yên sereke de bi dawî bû.