EDENE – Derbarê 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê de, ji ber çalakiyên ji bo greva birçîbûnê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin.
Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, derbarê 7 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê de, ji ber çalakiyên ji bo greva birçîbûnê îdianame amade kir. Îdianame bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat amadekirin û Dadgeha Giran a Zarokan a Edeneyê jî qebûl kir.
Di îdianameyê de îfadeyên ciwanê bi navê M.K. ên li ser 7 endamên meclîsa ciwanan cih digirin û her wiha hevpeyvînên ku ajansên nûçeyan derbarê greva birçîbûnê de bi ciwanan re kirine jî sûc hatin hesibandin.
Danişîna ewil a dozê wê di 9’ê Adara 2020’an de li Dadgeha Giran a Zarokan a Edeneyê pêk bê.