BEHDÎNAN – HPG’ê 3 gerîlayên di 21’ê Mijdarê de li Heftanînê ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku wê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixînin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ya 21’ê Mijdarê ya li herêma Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn:
Nasnav: Bese Azer
Nav paşnav: Nûrten Atalay Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Ayten-Cemal Dem û cihê şehadetê: 21’ê Mijdara 2019’an / Heftanîn |
Nasnav: Çîçek Kîçî
Nav paşnav: Gul Sakçak Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Reyhan-Şerîf Dem û cihê şehadetê: 21’ê Mijdara 2019’an / Heftanîn |
Nasnav: Siyajin Devrîm
Nav paşnav: Hîlal Başak Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Zehra-Mahmût Dem û cihê şehadetê: 21’ê Mijdara 2019’an / Heftanîn |
Hevrêyên me Bese, Çîçek û Siyajin li dijî komkujî, zext, hilweşandin û zilma dewleta Tirk a dagirker a li Kurdistanê ji bo afirandina jiyaneke bi rûmet û parastina vê jiyanê di demê cuda de tevlî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku di demên êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker de tevlî nava refên gerîla bûn, bi sekneke fedayî wezîfe û berpirsyariyên partiyê hildan ser milên xwe û bi kedeke mezin tevgeriyan. Hevrêyên me Bese, Çîçek û Siyajin bi wêrekî û sekna xwe ya bi rûmet ji aliyê hevrêyên xwe ve hatin hezkirin. Li ser bingeha îdeolojî û felsefeya Rêbertî her kêliya xwe bi rengekî tijî û dagirtî derbas kirin, ji bo li ser bingehek rast bibin milîtanên Apoyî xwe timî bi pêş ve xistin û şareza kirin. Hevrêyên me herî dawî li herêma Heftanînê bi jiyan û têkoşîna xwe ji me hevrêyan re bûn mînak.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em soz didin ku em ê nirxên têkoşînê yên şehîdan bi ser bixînin.”