NAVENDA NÛÇEYAN – HRE`yê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Li herêma Ezazê hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyek bi bandor li dar xistin.
Di dîroka 11`ê Kanûnê de li derdora gundê Kefer Xaşir ê bi ser herêma Ezazê de hêzên me li dijî çeper û stargehên çeteyên koma bi navê Lîwa El-Fetih çalakiyek li dar xistin. Di encamê de 2 çeteyên koma navborî hatin kuştin, 4 ji wan birîndar bûn û doçkayek hat rûxandin.
Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obusan gundên Malikiyê û Merenazê yê bi ser navçeya Şera topbaran kirin. Di heman demê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser qadê bê navber geriyan.”