NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanên xwe yên 9’ê Kanûnê li Efrînê şehîd bûbûn eşkere kir.
HRE’yê ev agahî li ser mijarê da:
“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku herêma Efrîn dagir kirin, hêzên me li hember dagirkeriyê berxwedanek mezin raber kiriye. Di Qonaxa Duyem ya Rizgarkirina Efrînê de ku hêzên me dan destpêkirin, berxwedaniyek bê hempa tê nîşandayin. Divê şerê berxwedaniyê de rêhevalên me Bahoz, Xabûr û Mazlum li Efrînê di encama şer û berxwedaniyekê mezin de şehîd bûn. Her 3’ê rêhevalên me jî ji roja ku tevlî refên me bûn bi wêrek û bêdudilî tevlî şerê berxwedanê bûn. Her 3’ê rêhevalên me jî, di pêvajoya berxwedanê de erk û berpirsiyartiyên ku diketin ser milên wan bi azweriyeke mezin bi cîh anîn.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Bahoz
Nav û Paşnav: Reşîd Hesen
Navê Dayikê: Meysa
Navê Bav: Horîk
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 9ê Kanûn 2019
***
Nasnav: Xabûr
Nav û Paşnav: Xelîl Cuma Celo
Navê Dayikê: Melek
Navê Bav: Cuma
Cihê Jidayikbûnê: Heleb
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 9’ê Kanûn 2019
***
Nasnav: Mazlum Şêrawa
Nav û Paşnav: Reşîd Xidir
Navê Dayikê: Suad
Navê Bav: Xelîl
Cihê Jidayikbûnê: Şêrawa
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / 9’ê Kanûn 2019
Di şexsê hevrê Bahoz, Xabûr û Mazlum de em hemû şehîdên leheng bi bîr tînin, di serî de malbatên şehîden me û ji tevahî gelê me re ser saxiyê dixwazin.”