AMED – 8’ê Kanûnê li Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin li gundên navçeya Peyas, Çinar û Baglar yên Amedê 20 kes hatibûn binçavkirin. Piştî destgîrkirinan duh li gundên navçeya Hanî, Lîce, Pîran û Karazê 17 kes hatibûn destgîkirin û îro jî 22 kesên din hatin destgîrkirin.
Tîmên Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Miduryeta Emniyeta Amedê li navçeya Peyas a Amedê bi ser 2 gundan de girtin û 22 kes destgîr kirin. Li gorî îdîaya Midûriyeta Emniyetê di lêgerîna li malan de 271 kîlo û 475 gram teqemenî, 8 bombeyên destan, 12 roketên destdan, 7 sîleh û gelek fîşek, kapsulên bi elektirîk, kûmandayên dur, pûsûla, durbunên silehê, alavên rêxistinî, ferman û alavên jiyanî hatine dîtin.
Bi destgîrkirina 22 kesên li Amedê, di nava hefteyekê de hejmara kesên hatine destgîrkirin bûn 59.