AMÛDE – Bi dirûşmeya “Em banga derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka xwe dikin” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê meşeke ji bo piştgiriya YPJ û YPG‘ê û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Bi dehan şêniyên navçeya Amûdê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger, partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tev li meşê bûn.
Meş ji qada Jina Azad a navenda navçeyê dest pê kir û di kolanên sereke de dewam kir.
Di meşê de wêneyên qurbaniyên êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, alên QSD, YPG û YPJ û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan û pankartên bi nivîsên “Ey neviyên Megol; dar û kevir we red dikin”, “Bi navê xwe û navê gelê Sûriyê em banga derketina dagirkeriyê ji xaka xwe dikin”, “Sûcdarê qatilê zarokan ji xaka me derkeve” û “Li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ser hildin” hatin vekirin.
Her wiha dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ, YPG û QSD‘ê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk û serokê wê Erdogan hatin berzkirin.
Meş li qada Şehîd Cîhad rawestiya û veguherî mîtîngê. Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Awaz Hesen bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û hate gotin: “Em ciwan qetilkirin, desthildarî, dagirkerî û zêdegaviyên li ser xak û gelê xwe qebûl nakin. Li ser vê yekê wekî ciwan ji me tê xwest hertim amade bin û li hemberî faşîzmê bibin asteng û bendênw wê yên koletiyê bişkînin.”
Di daxuyaniyê de bang li tevahî ciwanan hate kirin ku tev li YPG û YPJ‘ê bibin.
Mîtîng bi dirûşmeyên dilosoziya bi şehîdan re û silavkirina biratiya gelan bi dawî bû.