NAVENDA NÛÇEYAN – Şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud yê bi nasnav Mazlum Dogan li bajarê Hewlêrê mezin dibe û di sala 2000 de li Kerkûkê ji dayik dibe. Bi xwendina Pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji jiyana Şoreşgertî bandor dibe paşê di 17’ê meha Gulana 2017’an de biryara tevlîbûna nava refên Azadiyê dide, Nêzî 3 sala cihê xwe di nava hêzên QSD’ê digre.
Şervanê QSD’ê Îbrahîm Hebîb Mewlud yê bi nasnav Mazlum Dogan, di 16’ê Cotmehê de li gundê Sekeryan a Girê Spî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bi qehremanî şer kir û şehîd bû.
Em bi hev re videoyê ku me bi zimanê Soranî li ser jiyana Şehîd Mazlûm Dogan amadekiriye temaşebikin.